Dadwerekî niştedagîr ji Dêrazorê welatiyekî Kurd ji Cindirêsê revand

Afrinpost-Taybet

Binpêkirinên niştedagîran û xwediyên çekdarên Îslamî yên ku dagirkeriya Tirkî ji gundewarê Şamê, Hums, Hema, Dêrazor û Idlibê anîne, derheqê sivîlên Kurd li Efrînê bi armanca koçberkirina wan û  guhertina demografîk pêk bînin, berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarokê Cindirêsê ragihand ku niştedagîrekî ji bajarê Dêrazorê ku di dadgehên dagirkeriya Tirkî de li Cindirêsê dixebite, roja Yekşemê 4’ê Nîsanê welatiyê Kurd Elî Heyder Ebdo bi tawana hewldana diziya mala wî revand.

Nûçegihan destnîşan kir ku dadwerê niştedagîr 10 milyon L.S weke fidye beramberî berdana welatî Elî Ebdo xwest. Dadwerê niştedagîr mala welatiyê Kurd ê koçber Mihemed Fato desteser kiriye.

Related posts