Dagirkeriya Tirkî gundê Hirbil, Um Elhûş û Til Qirah ên Şehbayê topbaran kirin

Afrinpost-Taybet

Dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Îslamî gundên navçeya Şêrawa û Şehbayê her çend rojan bi armanca peydakirina tirs û nedilrihetiyê di navbera koçberên Efrînê de û pêkanîna ziyanên mirovî û madî topbaran dike.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li Şehbayê ragihand ku dagirkeriya Tirkî roja Çarşemê bi dehan top li gundê Hirbil, Umhûş û Til Qirahê yên herêmên Şehbayê xistin.

Li gorî nûçegihan mal û milkên sivîlan ji ber topbaranê zirar dîtin.

Topbarana herî dawî ya dagirkeriyê 5’ê Nîsanê bû ku gundê Şêx Hîlal ê navçeya Til Rifetê û Kefer Naya bi giranî topbaran kir.

Related posts