Afrinpost-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn bi armanca koçberkirinê, sivîlên Kurd ên li Efrîna dagirkirî mane, direvînin û derheqê wan de hemû cureyên îşkenceyê dikin. Proseyên revandinê û îşkenceyê di bin serpereştiya istixbarata Tirkî de tên kirin.
Girêdayî wê nûçegihanê Afrinpostê li gundewarê Efrînê ragihand ku çekdarên “Lîwa 123” ên milîsên “Sultan Mihemed Elfatih” sibeha Sêşemê 7’ê Nîsanê, 2 welatiyên Kurd bi navê Kamîran Subhî Qaso û Mihemed Ebdo Reşîd ji malên wan li gundê Birîmce yê navçeya Mabeta revandin.
Nûçegihan destnîşan kir ku welatî Kamîran ji şêniyên gundê Kaxirê ye lê belê li gundê Birîmce niştecih e û wiha zêde kir; her du welatî ji aliyê serkêşê milîsên li gundê Qûpê yê navçeya Raco bi cî bûye, xwestî ne û li ser fermanên wî her du hatin revandin.
Dîsa di vê çarçoveyê de roja Sêşemê milîsan welatiyê Kurd ê bi navê Ebûdê ji şêniyên gundê Avrazê yê navçeya Mabeta piştî sê meh û nîvan li zîndaneke bajarê Cerablusê girtîbû, hat berdan. Desthilatên Tirkî ew li Tirkiyê bin çav kiribû û radestî milîsên Îslamî li derbasgeha Bab Selamê kiribû û milîsan jî ji aliyê xwe ve bê tawan avêtibû zîndanê.
Têkildarî binçavkirinê, çalakvaninan destnîşan kirin ku îstixbarata Tirkî pev “polîsên sivîl” roja Çarşemê bi ser gundê Kotana yê navçeya Bilbilê de girtin û 5 welatiyên Kurd di nav de jin û kalmêr hebûn, bin çav kirin.
Çalakvanan diyar kirin ku hemleya binçavkirinê li gund bi bihaneya ku wan li ba saziyên Rêveberiya Xweser kar dikirin, bin çav kirin û navê wan jî wiha ne; Ebid Elruhman Mistefa, Samiya Elo, Reşîd Mistefa Îbo, Mistefa Ehmed Îbrahîm (80 salî) û Ebid Elhemîd Şêxo (82 salî) ne.
Çalakvanan destnîşan kirin ku îstixbarata Tirkî 3 welatiyên din agahdar kirin ku derbasî dadgeha wan bibin da ku bacên malî bidin, rewşa xwe sererast bikin û navê wan jî ev in; Arif Ebid Elruhman Mamo, Mistefa Ebid Elruhman Hûrî, Mihemed Ebid Elmenan Horo.
Her wiha milîsên “Emin Siyasî” roja Sêşemê endamê meclisa dagirkeriyê, welatiyê Kurd bi navê Fihmî Ebdo bin çav kir. Welatî Fihmî weke endezyar di ofîsa endezyarî ya meclisa navxweyî de dixebitî. Bêyî ku sedem û tawana binçavkirinê were naskirin, hat girtin.