Afrinpost-Taybet
Demekê çeteyên DAIŞ’ê herêmên Şehbayê kontrol kiribûn. Rast e ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) herêmên Şehbayê rizgar kirin lê belê bermahiyên wan ên weke mayînan li şûna wan man û hêjî zirarê digihîne şêniyên herêmê.
Herî dawî nûçegihanê Afrinpostê li herêmên Şehbayê ragihand ku êvara Sêşemê zarokekî Efrînî bi navê Mihemed Fayiq Hebeş ji şêniyên gundê Çeqela Jorîn yê navçeya Şiyê ku 11 salî ye bi mayîneke ji bermahiyên DAIŞ’ê li gundê Til Sosîn ê Şehbayê birîndar bû.
Ji ber teqîna mayînê zirarên cuda gihîştin laşê zarok Mihemed û ji bo dermankirinê ew rasterast rakirin nexweşxaneya Avrîn ya li navçeya Fafînê û hêjî rewşa wî ya tenduristî ne aram e.
Destpêka salê(2020) Heyva Sor a Kurd derbarê kesên ku zirar ji bermahiyên DAIŞ’ê dîtine, raporek bi raya giştî re parve kir. Heyva Sor a Kurd di rapora xwe de da zanîn ku 199 kes bi teqînan birîndar bûne jê 41 kesan jiyana xwe ji dest da û hêjî metirsiyên mayînên ku li nava erdên çandinî û malên nîv-rûxyayî hatibûn çandin li ser jiyana şêniyên Efrînê li Şehbayê hene.