Niştedagîr li ser erdên Kurdan li Efrînê malan ji xwe re ava dikin

Afrinpost-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navenda Efrîna dagirkirî ya li bakurê Sûriyê ragihand ku milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan mislimîn, desteserkirina mal û milkên welatiyên Kurd bi darê zorê û neçariyê berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihan diyar kir ku niştedagîrekî ji Xûtayê li gundewarê Şamê, erdekî welatiyekî Kurd desteser kir û bi mebest mala xwe li ser ava kir. Desteserkirina erdan û avakirina malan li ser erdên Kurdan di çarçoveya guhertina nasnameya herêma Efrînê tê ku niştedagîr li gorî şêwaz û keyfa xwe û bi şêweyekî tevlîhev malan ava dikin.

Nûçegihan da zanîn ku erd yê welatiyekî Kurd ji şêniyên gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawayê ye û li jorî herêma pîşesaziyê ya navenda bajarê Efrînê dikeve.

Ev bûyer ne ya destpêkê ye û ne jî ya dawîn e ku beriya wê bi sedan ji malên şêniyên Efrînê yên li herêmê mane, li pêşiya wan hatine desteserkirin û bêyî ku karibin xwedî li mafê xwe derkevin. Milîsên Îslamî li gelek gundan rê li pêşiya vegera welatiyên kurd ji xanî, milk û malên xwe re bi hinceta ku bûne navendên leşkerî yên milîsan an jî niştedagîr tê de bi cî bûne, girtin.

Related posts