Afrinpost-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî bi armanca koçberkirina sivîlên Kurd ên li Efrînê mane, desteserkirina xwe ji mal û milkên şênî û koçberên Efrînê re berdewam dike û li şûna wan niştedagîrên ku ji Heleb, Hema, Hums û Idlibê anîne, bi cî dike.
Di vê çarçoveyê de çekdarên ji koma “Oso” ya milîsên “Cebha Elşamiyê” li taxa Eşrefiyê 2 firoşgehên bazirganiyê li avaniya Sibaga li ser rêya Servîs desteserkirin.
Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku ew her du mal ên welatiyê Mihemed Kerem ji şêniyên gundê Keferdela Jêrîn a navçeya Cindirêsê ne bi kirê dan berberekî niştedagîr ji gundewarê Şamê.
Ev bûyer ne ya destpêkê ye û ne jî ya dawîn e ku beriya wê bi sedan ji malên şêniyên Efrînê yên li herêmê mane, li pêşiya wan hatine desteserkirin û bêyî ku karibin xwedî li mafê xwe derkevin. Milîsên Îslamî li gelek gundan rê li pêşiya vegera welatiyên kurd ji xanî, milk û malên xwe re bi hinceta ku bûne navendên leşkerî yên milîsan an jî niştedagîr tê de bi cî bûne, girtin.