Afrinpost-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn bi armanca koçberkirinê, sivîlên Kurd ên li Efrîna dagirkirî mane, direvînin û derheqê wan de hemû cureyên îşkenceyê dikin. Proseyên revandinê û îşkenceyê di bin serpereştiya istixbarata Tirkî tên kirin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navenda navçeya Raco ragihand ku milîsên “Lîwa 12” roja Duşemê 6 Nîsanê, 3 welatiyên Kurd ji 8 malên wan li bajarokê Badîna ya navçeya Racoyê bi bihaneya pêkanîna erka xweparastinê ya Rêveberiya Xweser revandin.
Nûçegihan navên her sê kesên revandî belge kirin û ew jî wiha ne; Mistefa Mihemed Îbiş, Ehmed Arif Îbiş û Mihemed Xelîl Şaban. Tê tercîhkirin ku ew ji milîsên polîsên leşkerî yan dozgeriya giştî yên girêdayî dagirkeriya Tirkî.
Dagirkeriya Tirkî û çekdarên wê yên Ixwan Mislimîn ciwanên Kurd bi tawana pêkanîna erka xweparastinê ya Rêveberiya Xweser, direvînin da ku li şûn berdana wan û weke fidye pereyan ji xwediyên wan bistînin.