Afrinpost-Taybet
Ji ber nakokiyên milîsan ên herêmkî, car caran di navbera milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ji aliyekî ve û hinek niştedagîrên ku ji herêmên cuda yên Sûriyê hatine ji aliyekî din ve dijberî û pevçûn, derdikevin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên “Ceyş Elîslam” roja Duşemê 6’ê Nîsanê, 10 serî mî yên şivanên ku li Efrînê bi cî bûne, dizîn. Ew şivan pev pezên xwe li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê di bin kampan de dijîn.
Nûçegihan teqez kir û tevî ku çekdarên diz hatin naskirin, razî nebûn ku wan mihan vegerînin xwediyên wan ên ji Hemayê.
Gelek nakokî di navbera niştedagîr û çekdaran de û bi taybet ku ne ji herêmên hev bin, derdikevin.
10’ê Adarê dîsa nûçegihanê Afrinpostê teqez kir ku koma Ebû Mihemed a milîsên Ehrar Elşerqiyê 4 mî ji şêniyên Idlibê ku li dorhêla taxa Eşrefiyê di bin kampan de bi cî bûne, standin. Lê zêde mast û şîrê xwe jî bi bihaneya ku cî ji wan re peyda kirine, bê pere ji xwediyên wan dibin. Têkildarî wê çekdarên “Firqeya Sultan Mûrad” ji ber ku şivanên niştedagîr li navçeya Şera mafê mast û şîr ji wan xwestin, êrîşî hinekan ji wan kirin.