Afrinpost-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn di desteserkirina mal û milkên Kurdan de li Efrînê bi hêzê û darê zorê berdewam in.
Di vê çarçoveyê de nûçegihan diyar kir ku milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” gef li hevjîna çekdarekî milîsên “Firqeya Elhemze” xwar ku malê ji wan re vala bike da ku desteser bikin.
Nûçegihan da zanîn ku mala wê jinê li cem baxçeyê dibistana “Şerî’yê” dikeve. Milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” du roj dan wê da ku malê vala bike. Ji ber vê yekê jina çekdarê kuştî berê xwe da milîsên “Elhemze” û ji wan xwest ku parastina wê bikin.
Piştî ku Efrîn hat dagirkirin, milîsên Îslamî bi serpereştiya dagirkeriya Tirkî gundên Efrînê û navçeyên wê li ser xwe parve kirin û dest bi dizî, talanî û desteserkirina milkên Kurdan kirin.
Lê belê nakokiyên milîsên Îslamî li ser dizî, serwerî û rêbendan dihêle ku pirî caran di navbera wan de şer û pevçûn derkevin an jî teqînan li herêmên hev du pêk bînin û DAIŞ an jî hêzên Kurdî berpirsyar bibînin. Ev rewş li herêmên dîtir jî yên ku çekdaran dagir kirine, ji Ezazê û heya Cerablusê dubare dibin.