Ji ber dagirkeriya Tirkî 50% ji şêniyên gundê Birc Heyder ê gundewarê Efrînê koçber bûn

Afrinpost-Taybet

Gundê Birc Heyder ê navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê  ji 150 malî ye. Piştî ku dagirkeriya Tirkî Efrîn dagir kir, milîsên “Feyleq Elşam” ên Ixwan Mislimîn dest danîn ser.

Li gundê Birc Heyderê 2000 kes dijiya lê nîvê wan ji ber êrîş û sûcên milîsên dagirkeriyê ji gund koçber bûn ku niha tenê 1000 kes lê dijî. Her wiha 30 malbatên niştedagîr di malên koçberên Efrînê de bi cî bûne.

Serkêşê milîsên “Feyleq Elşam” bi navê “Ebû Xalid” e, beriya wê bi demekê hat kuştin.

Di vê çarçoveyê de milîsên “Feyleq Elşam” li gund dest danîn ser milkên koçberan her wiha dest bi hemleyên revandinê kirin. Milîsan heta niha 6 welatiyên Kurd ji gund revandine, beriya wê jî milîsan gelek kes revandibûn lê belê piştî îşkencekirin û dayîna fidyeyên malî hatin berdan.

Li vê dawiyê hemwextî hemleya rejîma Sûrî li ser gundewarê Idlib û Helebê, gund gelek caran rastî topbaranê hat. Hêzên Rizgariya Efrînê jî li dorhêla gund li dijî milîsên dagirkeriya derdora 10 çalakiyan pêk anîn. Li hinek malên gund wek mala Nebo Gule Xeyrî çekdar bi cî bûne lê belê ji ber şer rûxiya ne.

Related posts