Afrinpost-Taybet
Milîsên “Polîsên Leşkerî” û “Polîsên Sivîl” duh bi şev 24 girtiyên Kurd ji zîndana Maratê ku dema darizandina wan bi dawî bû, berdan.
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku dema zîndana hinek girtiyan (hukm) salek an jî 6 meh bûn anjî salek û 3 meh bûn. Her wiha hinek jî ji ber ku nikarîn 1100 Lîreyên Tirkî bidana dê li şûna wê weke bedel, beramberî 35 lîreyên Tirkî beramberî her şevkê, demekê di zîndanê de bimînin.
Li gorî nûçegihanê Afrinpostê dê komeke din ji girtiyan werin berdan.
Saziya malbatên girtiyan li Efrînê ji desthilatên Tirkî xwestibû ku kesên ku ji aliyê milîsên wê ve hatibûn revandin, berde. Daxwaza saziyê hemwextî rêkarên ku li piraniya welatên cîhanê û di nav de Tirkiyê jî, derheqê girtiyan de tên kirin, hat kirin.
Saziya malbatên girtiyan 1’ê Nîsanê daxuyaniyek da û tê de bangî aliyên navdewletî û herêmî kir ku di dema ku vîrûsa Koronayê li tevahiya cîhanê belav e û metirsiyên wê li ser girtiyan jî heye, zextê li desthilatên Tirkî bike da ku girtiyan berde û zagonên navdewletî yên têkildarî girtiyan bin pê neke.