Li navçeya Şera ya Efrînê milîsên îslamî rastî du êrîşên li pey hev hatin

Afrinpost-Taybet

Roja Înê otomobîleke leşkerî ya çekdarên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn li gundewarê Efrînê rastî êrîşekê hatin û di encamê de kuştî û birîndarên wan çêbûn.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Şera ragihand ku otomobîleke milîsên “Feyleq Elşam” rastî êrîşekê hat û di encama êrîşê de çekdarek hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Her wiha roja Şemiyê jî otomobîleke leşkerî ya “Firqeya Sultan Mûrad” bi teqemeniyeke çêkirî hat armancgirtin û di encamê de 4 çekdarên milîsan hatin kuştin. Heta niha ti alî her du proseyên armancgirtinê li xwe negirtine.

Hêzên Rizgariya Efrînê car caran, di çarçoveya parastina rewa de li dijî dagirkeriya Tirkî û milîsên wê çalakiyan li dar dixin. Proseyên Hêzên Rizgariya Efrînê bi armanca tolhildana ji xwediyên wan ên li Efrînê mane û rojane rastî binpêkirinên milîsên Îslamî tên.

Related posts