Afrionpost-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li navenda herêma Efrînê ya dagirkirî ragihand ku raja Yekşemê tansiyoneke ewlehî di navbera milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” û milîsên “Polîsên Leşkerî” derket. Dewriyeyeke “Polîsên Leşkerî” ji çekdarekî “Firqeya Sultan Mûrad” xwest ku mala jinebiyeke Kurd jê re vegerînin. Ji ber vê yekê û di encama dilgiranî û tansiyonê de milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” gule bi asîmanê de avêtin.
Pîrejin ji şêniyên gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê ye û ji kesekî Ereb ji şêniyên Helebê zewicî ye, ew bi tenê li mala xwe dijiya û kurê wê Henan li Şamê ye. Milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” 19’ê Sibata derbasbûyî pîrejina Kurd a bi navê “Um Henan” 60 salî ji mala wê ya li taxa Efrîna kevn bi zorê derxistin, heqaret û gotinên nexweş jê re gotin. Piştre mala wê pev tiştên di hundirê wê de desteser kirin.