Milîsên “Feyleqa Sêyem” firoşgehên taxa Eşrefiyê bi armanca sepandina bacên nû tomar dike

Afrinpost-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navenda Efrîna dagirkirî ya li bakurê Sûriyê ragihand ku milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan mislimîn, desteserkirina mal û milkên welatiyên Kurd bi darê zorê û neçariyê berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihan diyar kir ku milîsên “Feyleqa Sêyem” dest bi tomarkirina hemû firoşgehên taxa Eşrefiyê kirin û ji kesên ku li firoşgehan dixebitin, xwestin ku belgeya xwedîtiyê şanî wan bikin da ku bacên nû li ser wan bisepînin.

Her wiha nûçegihan da zanîn ku milîs ji xwediyê firoşgehên bazirganiyê pirsa qezenca rojane dikin û ta niha bacên ku dê li ser wan ferz bikin hê diyar nekirine.

Ev bûyer di çarçoveya berdewamkirina proseyên desteserkirina erd û xaniyên şênî û koçberên Efrînê de, tê.  Milîsên Îslamî li piraniya gundan, vegera welatiyên kurd ji milk û malên wan re piştî desteserkirinê bi hinceta ku ew mal bûne navendên leşkerî yên milîsan an niştedagîr tê de bi cî bûne, qedexe kir.

Related posts