Rewangeha Sûrî: Tenê di meha Adarê de 45 rewşên revandinê, dizî û sepandina bacan li Efrînê pêk hatin

Afrinpost

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan 2’yê Adarê raporeke taybet bi meha Adarê derbarê sûcên ku dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên bi navê “Ceyş Elwetenî Elsûrî, Ceyş Elhur” derheqê sivîlên Kurd ên Efrînî de dike, amade kir.

Rapor rewangehê wiha ye;

Bêtirî 2 salan di ser dagirkirina Tirkiyê û milîsên wê yên Îslamî ji Efrînê re derbas bûn. Di nava vê pêvajoyê de milîsên Îslamî bi ferman û talîmatên dewleta Tirk hemû sûcên dijmirovî û derexlaqî bi serê welatiyên Kurd ên li Efrînê mane kirin her wiha mal û milkên Efrîniyên ku koçber bûne jî dizîn û talan kirin û wiha dewam kir;

Tenê di meha Adara 2020’an de, me gelek sûc û binpêkirin belge kirin ku bi dehan ji rewşên revandin, dizî û talanî pêk hatin.

Li gorî rapora Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan sûc û binpêkirinên ku milîsên Îslamî di meha Adarê de li herêma Efrînê kirine wiha ne;

Milîsên Ixwanî li gundewarê Efrînê 43 sivîlên Kurd ku hinek ji wan revandin û hinek jî bi tawanên cuda bin çav kirin. Milîsan hinek ji wan bi dayîna fidyeyên malî berdan lê belê hêjî piraniya revandî û girtiyan bi tuhmet û bihaneyên cuda ku ya herî diyar peywendiya li gel YPG’ê re ye, di zîndanên wan de ne.

Ji aliyekî din ve hikûmeta Tirkiyê destûr da milîsan ku milkên Kurdan bi bihayên erzan ango sembolîk bifiroşin malbatên ku ji herêmên şer reviyane wek gundewarê Idlib, Heleb, Hema û Humsê.

Di vê derbarê de çavkaniyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan teqez kirin ku milîsên Îslamî di meha Adarê de li ser firotina malên koçberên Efrînê kar kirin ku malên ji du qatan pêk tên bi 3 heyanî 5 hezar dolar Amerîkî difiroşin. Her wiha firoşgehên bazirganî û dikanan weke milkê xwe dibînin û li ser destê xwe bi kirê didin. Lê zêde şêniyên Kurd ji tirsa revandin û binçavkirinê newêrin ji malên xwe derkevin û bi taybet bi êvarê.

Rewangehê wiha rapora xwe bi dawî kir;

Milîsên “Cebha Elşamiyê” bi zanabûn û mebest firoşgehên bazirganiyê li navçeya Mabeta ya gundewarê Efrînê bi reqem kirin da ku bacên mehane ji xwediyê wan bistînin. Dîsa heman milîsan  cih dîrokî yên ku li herêma di navbera gundê Şîtka û Kaxirê de dikevin ji bo lêgerîna li şûnwaran bi maşîneyên giran dûz û rast kirin.

Related posts