Milîsên “Elşamiyê” bac li ser 50 malî li nêzîkî herêma pîşesaziyê ya bajarê Efrînê sepand

Afrinpost-Taybet

Milîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn ên bi navê “Ceyş Elwetenî Elsûrî, Ceyş Elhur” bi serpereştiya istixbarata dagirkeriya Tirkî debara jiyanê ya şêniyên kurd ên ku li Efrînê mane, dorpêç dikin.

Milîs bac û rêbazên astengî û xizankirinê derheqê kurdên Efrînê de bi armanca koçberkirin û niştedagiriyê, bi kar tînin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navenda Efrînê ragihand ku koma yê bi navê Ehmed Haşim ku cihê xwe li nava milîsên “Cebha Elşamiyê” digire, baceke mehane bi qasî 5 hezar L.S li ser xwediyên malên li nêzîkî herêma pîşesaziyê sepandin.

Avaniya niştecihiyê ya ku hatiye armancgirtin, ji çerxerêya “Qeban” heyanî dermanxaneya Heyat e.

Her wiha li vê dawiyê milîsên “Semerqend” komeke firoşgehên bazirganiyê yên ku li kolanekê li kêleka avaniya Gemrûkê ya berê dikeve desteser kir.

Related posts