Afrinpost-Taybet
Welatiyeke Kurd ji hundirê herêma Efrînê got ku ew 24 saetan bi ser hev de ewlehiya hîs nake û diyar kir ku ew newêrin pêwîstiyên xwe bi bêtirî 1000L.S ji ber tirsa talaniya milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî nikarin bikirin.
Tevî ku gelek pere bi wan re jî hene, xwe dikin ku ew kesên belengaz û xizan in da ku ji dizî û talaniya milîsan xilas bibin.
Evîndar Yûsif ji ber sedemên ewlehiyê, ne navê welatiyê yê rast e, ji Afrinpostê re axivî û qala detayên xwe yên rojane kir û bi kurtasî wiha got: “Em 24 saetan nikarin ewlehiyê hîs bikin û wiha dewam kir; Ez ji bo xwe bêjim, bo nimûne ez nikarin kurtikekî bi 15000 L.S bikirim û neçar dibin ku derbasî firoşgehên Balê bibim da ku ez xwe xizan nîşan bidim”.
Welatiyê diyar kir ku ji ber tenê tu Kurd bî, her tiştî dikin da ku te di nava xwe de bihelînin û her tiştê girêdayî çand û kultura Kurdî tune dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî;
Hinek sivîlên Kurd ji ber mayîna wan di malê de û nedilrihetiyê bi nexweşiyên derûnî ketin.