Afrinpost-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Şiyê ragihand ku milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, astengkirin û bikaranîna sûcên mirovî derheqê şêniyên kurd ên li Efrînê mane de, di çarçoveya hewldanên koçberkirin û niştedagîriyê de berdewam dikin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihan da zanîn ku çekdarên milîsên “Lîwa Sultan Silêman Şah” bac li ser sivîlên Kurd ên li navçeyê mane sepandine û wiha dewam kir;
Roja Sêşemê, ji ber ku welatiyê Kurd Îbrahîm Dedo bi nasnav “Ebû Neşet” baca mayîna li mala xwe (10000) neda, milîsan li wî da, birîndar kir û ji ber vê yekê şêniyan ew rakir nexweşxaneyê.
Milîsên “Lîwa Sultan Silêman Şah ” li ser her xwediyê malekê li navçeya Şiyê bac 10 hezar lîreyên Sûrî beramberî mayîna li malên wan sepandine.