Afrinpost-Taybet
Milîsên Îslamî revandinê weke navgînekê ji bo bidestxistina pereyan bi kar tînin. Revandin yek ji rêbazên ku milîsên Îslamî di bin serpereştiya istixbarata Tirkî de derheqê sivîlên kurd de dikin. Armanc jê ew e ku şêniyên Efrînê yên mayî koçber bikin û rê li pêşiya vegera koçberên Efrînî yên li Şehbayê bigirin.
Di vê çarçoveyê de çalakvaninan teqez kirin ku milîsên Mihemed Elfatih bi serkêşiya yê bi navê Şadî, welatiyê Kurd ê bi navê Mûrad Ehmed Betal ji şêniyên gundê Mamila yê gundewarê Raco, duh roja Çarşemê hat binçavkirin. Çalakvanan destnîşan kirin ku ev cara sêyemîn e ku welatî Mûrad tê revandin, e.