Afrinpost-Taybet
Dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Îslamî gundên navçeya Şêrawa û herêmên Şehbayê bi armanca peydakirina tevlihevî û tirsê li nava koçberên Efrînê û pêkanîna ziyanên mirovî û madî ji mal û milkên koçberên Efrînê li Şehbayê, bê navber topbaran dikin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li Şehbayê ragihand ku artêşa Tirkî û milîsên îslamî sibeha roja Pêncşemê bi zanabûn dorhêla gundê Zaratê û kampa Vegerê ya tijî sivîl topbaran kir.
Her wiha gundê Birc Qas û Kalotê yên navçeya Şêrawayê jî topbaran kir ku bêtirî 10 topên Hawnê li wan xistin.
Li gundên Şehbayê û navçeya Şera ya herêma Efrînê bi deh-hezaran ji koçberên Efrînî ku bi darê zorê ji cih û warê xwe bûn, li dimînin. Koçberên Efrînê li Şehbayê hemû zor û zehmetiyên jiyanê dibînin, ew di malên xerabûyî û kavilkirî de dijîn û bi ser de jî dagirkeriya Tirkî bê navber wan topbaran dikin.