Afrinpost-Taybet
Beriya çend rojan li herêma Efrînê şerekî navxweyî di navbera du milîsên dagirkeriya Tirkî derketibû. Di encama wî şerî de çekdarek hatibû kuştin.
Têkildarî wê Afrinpostê roja Çarşemê belgeyek bi dest xist tê de her du milîs li ser dayîna 10000$ ji malbata çekdarê kuştî li hev dikin.
Li gorî belgeyê 27’ê Adarê di navbera koma yê bi navê “Mehmûd Tirkî ” û “Nîdal Niyanûnî ” de şer derket û di encamê de çekdar “Ehmed Zekeriya Hîlal” hat kuştin. Derbarê vê bûyerê de komîteya ku ji aliyê her du koman ve hatiye hilbijartin, biryar dan ku weke bedel pereyan bidin xwediyên kuştî.
Her wiha komîteyê biryar da ku yên gule avêtine neçar in ku 2 mehan rojiyê bigirin.