Afrinpost-Taybet
Milîsên “Cebha Elşamiyê” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn roja Sêşemê welatiyekî Kurd piştî 5 rojan ji revandina wî li navenda xwe ya li kampa Kefercenê berdan.
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku milîsên “Cebha Elşamiyê” welatiyê Kurd ê bi navê Mihemed Xelîl Nûrî Hemo bi nasnav “Mamo” piştî ku ew neçarî dayîna fidyeya malî 1000 $ Amerîkî kir, berda.
Milîsan welatî “Mamo” 27’ê Adarê ji mala wî ya li gundê Hisê(Mîrkan) yê girêdayî navçeya Mabeta bi tawana ku berê wî weke ajokar otobûsekê li gel Rêveberiya Xweser kar dikir, revand.
Ji aliyê xwe ve jî rêxistina Mafên Mirovan li kantona Efrînê di raporeke xwe de got ku welatî “Mamo” yê 46 salî bavê sê zarokan e, îşkence û lêdana bi şêweyekî hovane lê hat kirin û piştre li dû siwareyeke leşkerî ve girê da û li pêşiya şêniyên gund li pey otomobîlê xuşand.