Milîs bi hinceta parastinê bacan li ser gundê Keferdela Jorîn û Jêrîn disepînin

Afrinpost-Taybet

Milîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn ên bi navê “Ceyş Elwetenî Elsûrî, Ceyş Elhur” bi serpereştiya istixbarata dagirkeriya Tirkî debara jiyanê ya şêniyên kurd ên ku li Efrînê mane, dorpêç dikin.

Milîs bac û rêbazên astengî û xizankirinê derheqê kurdên Efrînê de bi armanca koçberkirin û niştedagiriyê, bi kar tînin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navenda navçeya Cindirêsê ragihand ku milîsên “Firqeya Elhemze”  bi hinceta parastina mal û milkên şêniyên gundê Keferdela Jêrîn bacine nû li ser şêniyan sepandin.

Nûçegihan diyar kir ku milîsên “Lîwa Siqûr Elkurd”  ên milîsên “Firqeya Elhemze”  ku sermilîsê wê  “Ebû Dûcana Elkurdî” ye,  ji şêniyên herêma Babê ye, bac bi qasî 4500 Lîreyên Sûrî li ser her malbateke Kurd li gundê Keferdela Jêrîn bi hinceta parastina mal û milkên wan sepandin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku milîs dixwazin bacine nû bi qasî 7000 Lîreyên Sûrî li ser şêniyên gundê Keferdela Jêrîn bi heman hincetê bisepînin û teqez kirin ku wan mixtarên her du gundan bi komkirina bacan erkdar kirine.

Related posts