Li nava çekdarên Sûrî yên li Lîbya şer dikin rewşeke dilmanî û nerazîbûnê dest pê kiriye

Afrinpost

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan aşkere kir ku rewşeke nerazîbûnê di nava çekdarên Ixwan Mislimîn ên Sûrî li Lîbya de ku Tirkiyê ew ji bo şerê li dijî artêşa niştîmanî ya Lîbî şandibûn, derketiye.

Rewangehê ragihand ku sedema dilmanî û nerazîbûna çeteyên Sûrî li Lîbya vedigere ku Tirkiyê sozên ku dabûn wan bi cî neanîn û ew di rewşeke xirab de li Lîbya dijîn.

Derbarê rewşa çeteyên Sûrî li Lîbya de rewangehê teqez kir ku wê tomareke dengî ya çekdarekî bi dest xistiye ku çekdar tê de poşmamiya xwe ji hatina bo Lîbya tîne ziman û dibêje ku Tirkiyê ew xapandin her wiha di tomarê de bangê li çekdarên ku dixwazin werin Lîbya dike ku gavan paşde bavêjin û neyên weke wan rewşa jiyanî ya nebaş nejîn.

Li gorî tomara dengî, dewleta Tirk sozên dabûn çeteyan ku ji bo her yekî ji wan mehane 2000$ Amerîkî bide, bi cî neanîne û çekdar wiha dewam kir; Tirkiyê tenê mûçeyên mehekê(meaşên mehekê) dan me, piştre dest ji me berda û heta mafê çixareyên me neda me, em di xaniyekî de dijîn û ji ber ku li dorhêla wê şaneyên girêdayî hêzên Hefter hene, em nikarin ji malê derkevin.

Çekdar teqez kir ku ew û hevalên xwe dixwazin vegerin Sûriyê û got ku çend kom ji milîsên “Feyleq Elşam” amadekariyên xwe yên vegera Sûriyê dikin.

Beriya çend rojan, rewangeha Sûrî raporek belav kir ku tê de dagirkeriya Tirkî bi mebest mûçeyên çekdarên Sûrî yên ku ji bo Lîbya hatin şandin û piştî ku hejmara wan 6000 hezar derbas kir, kêm kirin.

Related posts