Afrinpost-Taybet
Dagirkeriya Tirkî di diziya ava Efrînê de berdewam e. Tevî ku pêwîstiya herêma Efrînê ya dagirkirî bi avê heye, jê didize da ku bendava ku li herêma Reyhaniyê ava kiriye, tijî bike.
Afrinpostê wêneyek bi dest xist, diyar dike çawa bendava li Reyhaniyê tijî bûye û av nêzîkî derbasgeha ku dagirkeriya Tirkî li gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê vekiriye, bûye.
Waliyê Hataya Tirkî Mihemed Îkincî bi daxuyaniyekî li ser çapemeniya Tirkî ragihand ku bendava Reyhaniyê yek ji bendavên herî mezin li Tirkiyê ye, dirêjahiya lûtkeya wî digihêje 9271 M û firehiya wî jî digihêje derdora 21 milyon metre sêkoşeyî ye.
Îkincî bi zimanê xwe, dema ku got jêdera bendavê çema Efrînê û ava Reş e, aşkere kir ku ew ava herêma Efrînê didizin û diyar kir ku feydeya salane ya bendavê derdora milyarek û sed milyon sterlîn e.
Hemwextî dizîna ava Efrînê, dagirkeriya Tirkî dîsa roja Şemiyê stasyona Elok a avê li gundewarê Serê Kaniyê sekinand. Di demeke ku tevahiya cîhanî bi belavbûna nexweşiya Koronayê re mijûl e, dagirkeriya Tirkî avê li ser milyoneke şênî li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî qut dike.