Afrinpost-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn dizî, talanî û şantajkirinê derheqê sivîlên kurd li herêma Efrînê, bi armanca koçberkirina wan berdewam dikin.
Siyaseta milîsan a koçberkirina sivîlên Kurd ji cih û warê wan di bin serpereştiya istixbarata Tirkî de pêk tê.
Di vê çaçrçoveyê de roja Duşemê çekdarine “Cebha Elşamiyê” êrîşî dikandarekî Kurd û lawên wî kirin.
Li gorî nûçegihanê Afrinpostê ji ber ku dikandar rê neda ku çekdar dikana wî talan bikin, êrîşî wî û lawên wî kirin.
Nûçegihan diyar kir ku çekdarekî ji koma “Oso” ya milîsên “Cebha Elşamiyê”, hewl da ku madeyên xwarinê ji dikana welatiyê Kurd Ebû Şewket a li dorhêla qada Azadiyê bê pere bistîne, lê belê dikandar ew qewitand, piştre wî çekdarî çend çekdar bi xwe re anîn û li dikandar û kurên wî Şewket û Elî dan.
Çekdarên milîsên Îslamî bi rêya êrîş û lêdana sivîlên Kurd hewl didin ku atmosferekî ji tirsandinê ji xwe re peyda bikin û bi vê yekê binpêkirinên xwe yên wek dizî, talanî, desteserkirin û bidestxistina tiştan bê pere bêyî ku ti kes wan asteng bike, berdewam bikin.