40 serî dewar ji ber topbarana dagirkeriya Tirkî li ser gundê Suxanekê hat kuştin

Afrinpost-Taybet

Dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwan Mislimîn, sibeha Yekşemê ji nû ve gundên navçeya Şêrawa û Şera li gundewarê Efrînê yê rojhilat topbaran kirin û zirarên madî yên mezin gihandin mal û milkên şêniyan.

Nûçegihanê Afrinpostê li herêmê ragihand ku dagirkeriya Tirkî û milîsên wê gundê Kefer Enton, Irşadiyê, Elqemiyê, Malikiyê, Merenaz, Şewarxe, Tinib, Keştear, Tat Mereş û Aqîbê li gundewarê Efrînê yê rojhilat bi giranî topbaran kirin û wiha dewam kir;

Dagirkeriyê 5 top li gundê Suxanekê yê navçeya Şêrawayê xistin, di encamê de 40 serî ji dewarê welatiyê Gulîn Sebrî Berekat û Îso Cemîl Berekat hat kuştin lê zêde hinek malên gund zirar dîtin.

Her wiha dagirkeriyê navçeya Til Rifetê ya Şehbayê jî topbaran kir. Hemwextî wê, topbarana dagirkeriya Tirkî û Ixwanî li ser gundewarê Efrînê yê ku ji aliyê Hêzên Rizgariya Efrînê ve tê parastin û li ser rejîma Sûrî li Şehbayê û Şêrawayê bê navber û bi şêweyekî dorveger tê kirin.

Related posts