Afrinpost-Taybet
Çavkaniyên navxweyî ji Afrinpostê re dan zanîn ku 5 zîndaniyên DAIŞ’ê ji zîndaneke milîsên “polîsên leşkerî” li gundewarê Raco yê herêma Efrînê reviyan.
Çavkaniyan ji Afrinpostê re bi bîr xistin ku milîsên “polîsên leşkerî” li ser rêyên Raco yên sereke ji bo lêgerîna li zîndaniyên Daiş’ê yên revî, rêbend danîn.
Li gorî tercîha çavkaniyan endamên DAIŞ’ê yên girtî ji aliyê hinekan ve bi armanca derbaskirina wan ji Tirkiyê re û ji wir ji bo Lîbya bi rê bikin, revandin.
Ev ne cara yekê ye ku dagirkeriya Tirkî endamên DAIŞ’ê bi kar tîne, beriya wê DAIŞÎ di dagirkirina Efrînê û herêmên rojhilatê Firatê de jî bi kar anîn.
Têkildarî wê çavkaniyan teqez kirin ku endamên DAIŞ’ê yên di zîndana Maratê de ji aliyê dagirkeriya Tirkî ve bi armanca beşdarkirina wan di şerên gund û bajarokên gundewarê Helebê yê rojava de hatin derxistin û destnîşan kirin ku piştî hêzên rejîma Sûrî bajarok kontrol kirin, ew ji nû ve vegerandin zîndanan û hinek ji wan jî di şer de hatin kuştin.