Zîndaneke nû ji bo jinan li Efrînê … amadekariya vekirina navendeke “ewlehiya agahiyan” tê kirin

Afrinpost-Taybet

Afrinpost ji çavkaniyên xwe hat agahdarkirina ku di dema ku zîndan û navendên dagirkeriya Tirkî bi sedan ji girtî û revandiyên Kurd hem jin û hem jî mêr tijî ne, istixbarata Tirkî zîndaneke nû taybet bo jinên Kurd li Efrînê amade dike.

Zîndaniyên Kurd di girtîgehên dagirkeriyê de di nava şert û mercên tenduristî û mirovî zehmet de dijîn. Rêxistinên mirovî û hiqûqî çavên xwe li ser tiştên ku di hundirê zîndanên dagirkeriya Tirkî de dibin, girtine.

Afrinpost ji nava çekdarên milîsên Îslamî agahî bi dest xistin ku istixbarata Tirkî û milîsên “emin siyasî” li kêleka nexweşxaneya Avrîn li navîna bajêr, navenda çapxaneya Ronahî kirin zîndana jinan.

Wan çavkaniyan teqez kirin ku 3 keçên Kurd ên Êzdî li vê dawiyê li taxa Mehmûdiyê di çarçoveya hemleya ewlehiyê ya milîsan hatin girtin û birin vê zîndana nû. Her sê keç ji gundekî navçeya Cindirêsê ne, Afrinpost li ser daxwaza xwediyên wan navên wan aşkere nake.

Tê zanîn ku di zîndanên milîsên “polîsên leşkerî” û “polîsên medenî”, beşine taybet ji bo jinan hene. Di wan zîndanan de û bi taybet di zîndana ku di binê dibistana bazirganî ya amadehî û zîndana Maratê de yên milîsên polîsên leşkerî de bi sedan ji girtiyên jin hene.

 

 

Related posts