Milîsên “Elweqas” 2 xort ji Şiyê ji ber pêxistina agirê Newrozê revandin

Afrinpost-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, astengkirin û bikaranîna sûcên mirovî derheqê şêniyên kurd ên li Efrînê mane de, di çarçoveya hewldanên koçberkirin û niştedagîriyê de berdewam dikin.

Di vê çaçrçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Şiyê ragihand ku milîsên “Lîwa Seid Bin Ebî Weqas”, 20’ê Adarê 2 xort bi navê Arif Kîlo û Kanîwar Reşîd(19salî) ji ber pêxistina agirê Newrozê revandin.

Nûçegihan destnîşan kir ku milîsan ew her du xort birin navçeya Cindirêsê û li wir radestî milîsên “polîsên leşkerî” kirin.

Related posts