Afrinpost-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, astengkirin û bikaranîna sûcên mirovî derheqê şêniyên kurd ên li Efrînê mane de, di çarçoveya hewldanên koçberkirin û niştedagîriyê de berdewam dikin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” roja Şemiyê 21’ê Adarê welatiyekî kurd li gundewarê Efrînê revand û birin cihekî nediyar.
Nûçegihan diyar kir ku komeke çekdar ji milîsên “Sultan Mûrad” ku gundê Çema yê navçeya Şera dagir kiriye, bi ser mala welatiyê Kurd ê bi navê Fexrî Ebû Elî de girtin, piştî ku telefon ji endamên malbata wî standin, ew revand û birin cihekî nediyar.
Welatiyê bi navê Fexrî yê 34 salî beriya wê bi demekê hatibû revandin, piştî ku fidyeyeke madî bi 1000$ Amerîkî da, hat berdan.