Milîsên “Elhemze” li Cûqê bacan li ser şêniyên ku di malên xizmên xwe yê koçber de dijîn disepînin

Afrinpost-Taybet

Milîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn ên bi navê “Ceyş Elwetenî Elsûrî, Ceyş Elhur” bi serpereştiya istixbarata dagirkeriya Tirkî debara jiyanê ya şêniyên kurd ên ku li Efrînê mane, dorpêç dikin.

Milîs bac û rêbazên astengî û xizankirinê derheqê kurdên Efrînê de bi armanca koçberkirin û niştedagiriyê, bi kar tînin.

Têkildarî wê, nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku milîsên “Firqeya Elhemze” di astengkirina şêniyên kurd ên li gundê Cûqê yê bi ser Efrînê ve ye, mane de bi rêya sepandina bacan berdewam in.

Nûçegihan da zanîn ku milîsan gef li hinek malbatên Kurdî yên ku di malên xizmên xwe de niştecih in, xwarin ku eger her malbatek 15 hezar lîreyên Sûrî mehane nedin, dê ji malan derxin.

Tê zanîn ku piştî dewleta Tirk û milîsên wê yên Îslamî, herêma Efrînê Adara 2018’an bi temamî dagir kir, Kurdên Efrînê bi sedhezaran koçber bûn û yên di Efrînê de tevî zor û zehmetiyan mane û ji bo ku niştedagîr di malên wan bi cî nebin, ew bi xwe di malên xizmên xwe yên koçber de niştecih bûn.

Related posts