Afrinpost-Taybet
Ji ber nakokiyên wan ên herêmî û dijberiya wan li ser mal û milkên koçberên Efrînê, di navbera milîsên dagirkeriya Tirkî de şer û pevçûn derdikevin her wiha hin caran jî di navbera milîsan û niştedagîran de nakokî û pevçûn derdikevin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku niştedagîrek karê dermanfiroşiyê dike, roja Pêncşemê di nava şert û mercên nediyar de wenda bû û tercîh kir(preferans) ku ew ji aliyê milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî ve hatiye revandin û bi taybet ku revandina wî piştî gef lê hatin xwarin, pêk hat.
Nûçegihan diyar kir ku dermanfiroş bi navê Samî Elboş e û ji şêniyên Xûtaya gundewarê Şamê ye. Derbarê dizî û talaniya milîsên “Ehrar Elşerqiyê” û “Cebha Elşamiyê” li ser medyaya sosyal, postek(belavok) belav kir ku tê de ew milîs bi desteserkirina dermanxaneya wî tawanbar kirin.
Beriya hefteyekê milîsan gef li wî xwarin û jê re gotin ku postê derbarê desteserkirina dermanxaneya wî rake, piştî wan gefxwarinan ew dermanfiroş hat revandin.
Dermanfiroşê revandî 20’ê Adara 2020’an li ser rûpela xwe ya facebookê 2 post belav kirin û tê de bal kişand ser rola ragihandinê û wiha got: Pêwîst e rola ragihandinê di çavdêrîkirina berpirsyaran de were çalak-kirin ango axaftin derbarê kiryarên berpirsyaran de aşkere werin kirin.