Milîsên Îslamî li Efrînê 2 termên kuştiyên DAIŞ’yên Îraqî veşartin

Afrinpost-Taybet

Li gorî çavdêrîkirina nûçegihanên Afrinpostê li herêma Efrînê, termên çekdarên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Mislimîn ên bi navê “Ceyş Elwetenî Elsûrî, Ceyş Elhur” naskirî ne ku ji bo şerê li dijî artêşa niştîmanî ya Lîbî hatibûn şandin û li wir hatin kuştin, bi şêweyekî domdar ji Lîbiya digihêjin Efrînê.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku roja Înê 2 termên milîsên “Ceyş Elnuxbe”  ku li Lîbya hatibûn kuştin, gihîştin Efrîna dagirkirî.

Nûçegihan diyar kir ku milîsên “Ceyş Elnuxbe” termê yê bi navê “Ebû Cene Elîraqî” li goristana gundê Meydankê ya girêdayî navçeya Şera veşart her wiha heman milîsan roja Pêncşemê 19’ê Adarê termê yê bi navê “Ebû Mihemed Elîraqî” li gundê Emara yê navçeya Mabeta veşart û destnîşan kir ku milîsên Îslamî çekdarên DAIŞ’ê yên Îraqî di nava refên çekdarên xwe de çekdar dikin.

Related posts