Xortekî kurd ji şêniyên gundê Ereba ji herêma pîşesaziyê ya Efrînê hat revandin

Afrinpost-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrîna dagirkirî ragihand ku hêzên dagirkeriya Tirkî û milîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn sûcên dijmirovî bi armanca astengkirin û koçberkirina şêniyan li dijî kurdên ku li Efrîna mane, berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de milîsên “Cebha Elşamiyê” roja Şemiyê li herêma pîşesaziyê ya bajarê Efrînê xortekî kurd revand û bir cihekî nediyar.

Nûçegihan diyar kir ku navê xort Behcet Hebeş e, ji şêniyên gundê Ereba yê navçeya Mabeta ye. Milîsên “Cebha Elşamiyê” ew bi otomobîleke Van yeke reng gewr dema li gel hinek firoşerên mazûtê li herêma pîşesaziyê sekinîbû, revand.

Related posts