Milîsên “Mihemed Elfatih” li ser rêya Cindirêsê du mal bi 6000$ firotin

Afrinpost-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Mislimîn di desteserkirina mal û milkên şêniyên Efrînê yên resen de bi darê zorê û neçariyê berdewam in.

Di vê çarçoveyê de nûçegihan da zanîn ku sermilîsekî “Lîwa Sultan Mihemed Elfatih” 2 malên welatiyê kurd Mihemed Şîxka ji şêniyên gundê Mamila ku li ser rêya Cindirêsê li kêleka garaja gundan dikevin, bi 6000$ firotin.

Nûçegihan diyar kir ku sermilîs ji her du malên firotî, derket û çû li şiqeyeke din ku li herêma otostrada Xerbî desteser kiriye û ya welatiyekî kurd ji gundê Cûmkê ye, bijî.

Ev bûyer di çarçoveya berdewamkirina proseyên desteserkirina erd û xaniyên şênî û koçberên Efrînê de, tê.  Milîsên Îslamî li piraniya gundan, vegera welatiyên kurd ji milk û malên wan re piştî desteserkirinê bi hinceta ku ew mal bûne navendên leşkerî yên milîsan an niştedagîr tê de bi cî bûne, qedexe kir.

Related posts