Afrinpost-Taybet
Milîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn ên bi navê “Ceyş Elwetenî Elsûrî, Ceyş Elhur” bi serpereştiya istixbarata dagirkeriya Tirkî debara jiyanê ya şêniyên kurd ên ku li Efrînê mane, dorpêç dikin.
Milîs bac û rêbazên astengî û xizankirinê derheqê kurdên Efrînê de bi armanca koçberkirin û niştedagiriyê, bi kar tînin.
Têkildarî wê nûçegihanê Afrinpostê li navenda navçeya Raco ragihand ku milîsên “Sultan Mihemed Elfatih”, li ser şêniyên gundê Mamila kehrebeya amperan sepand. Tevî ku piraniya şêniyan kehrebeyê ji tabloyên enerjiyê peyda dikin, milîsan ew neçar kirin ku amperan ji jeneratorên kehrebeyê jî bibin.
Nûçegihan teqez kir ku milîsan li ser her xwediyê malekê heftane beramberî birina amperekî kehrebeyê 1500 lîreyên Sûrî bi armanca bidestxistina pereyan sepand û diyar kir ku jenerator ê sermilîsê ku gundê Mamila dagir kiriye ye. Ew amperan li ser malên gund ku hejmara wan digihîne 350 malî, belav dike.
Lê zêde nûçegihan da zanîn ku milîsan kurê welatiyê bi navê Mistefa Beko revand û li şûna berdana wî mîlyonek xwest. Revandina xort pişt ku milîsan bihîstin ku bavê wî Mîkrobûsa xwe firot, pêk hat.