Çima dagirkeriya Tirkî bangî mixtarên xwe li Efrînê kir û ji pişt wê bangê çi heye?

Afrinpost-Taybet

Di dema ku dagirkeriya Tirkî binpêkirinên xwe yên bêserûber û derexlaqî weke kuştin, desteserkirin, revandin û xwestina fidyeyên malî, berdewam dike, hewl dide hebûna xwe li herêmê rewa bike.

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku di çarçoveya şerê taybet ê ku dagirkerî pê şêniyan dixapîne de, milîsên “Polîsên Serbazî” 14’ê Adarê bangî mixtarên gundewar, bajar û bajarokên Efrînê kirin.

Li gorî nûçegihan, dagirkeriyê ji mixtaran xwest ku bangî şêniyên ku di Adara 2018’an de ji Efrînê koçber bûne, bikin. Milîsan ji mixtaran re diyar kirin ku ew ê rê li pêşiya koçberan vekin ku vegerin ser mal û milkên xwe û bêyî ku ti lêpirsîn û hesab ji wan we re xwestin.

Çavdêr ji îdîayên dagirkeriya Tirkî û milîsên wê ve bi guman in ji ber ku ji dema dagirkeriya Tirkî ji herêmê re, milîsêm wê bi mebest şêniyan û bi taybet ciwanan direvînin û li şûna wan pereyan dixwazin.

Milîs bi serpereştiya istixbarata Tirkî bi rêya binpêkirin û sûcên mirovî derheqê şêniyên herêmê de, dixwazin wan bidin koçberkirin û li şûna wan niştedagîran bi cî bikin û bi vê yekê guhertina demografîk pêk bînin.

Ev du sal in dagirkerî û milîsên wê ve yên bi nave Ceyş Elwetenî Elsûrî, Ceyş Elhur hemû rê û rêbazên astengiyê derheqê  welatiyên kurd de dikin. Ji du salan ve û ta niha, hêjî çarenûsa hejmareke xortên ku hatine revandin, ne diyar e.

Serokê dagirkeriya Tirkî Erdogan di rojên destpêkê yên dagirkeriyê de got ku rêjeya kurdan li Efrînê bi qasî ji 35% ye û serjimara Ereban jî ji 55%. Ev gotinên Erdogan di çarçoveya hewldanên guhertina demografîk de û şerê navxweyî di navbera pêkhateyên Sûriyê de çêke, tên.

Related posts