Afrinpost-Taybet
Dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Îslamî yên bi navê “Ceyş Elwetenî Elsûrî”, “Ceyş Elhur” tên naskirin di xirabkirin û rûxandina girên li herêma Efrînê de berdewam in.
Ji nû ve dagirkeriya Tirkî û çekdarên wê dest bi lêgerîn û xirabkirina cihên şûnwarî, mizgeftên kevn û girên dîrokî kirin.
Herî dawî dagirkeriyê li bajarokê Şiyê binê mizgefteke kevn koland û veda ku ji ber wê yekê jî menareya wê hilweşiya. Mizgeft yek ji cihên şûnwarî û çandî ya navçeyê bû ku vedigere beriya 150 salî berê.
Piştî rûxandina girê Endîbê, ji nû ve dagirkeriya Tirkî bi maşîneyên mezin wek Traks û bildozerê gir Ziravkê kola û veda.
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarokê Mabeta ragihand ku pisporên Tirkî yên li girê Ziravkê dixebitin, heman ekîbê ku li girê Endîbê dixebitî, bû. Karê wan pisporan diziya şûnwarên Efrînê ye her wiha rûxandin û wendakirina nasnameya wê ya dîrokî ye.
Ji dema ku herêma Efrînê hatiye dagirkirin, artêşa Tirkî û milîsên wê ve amûrên pêşketî bi armanca lêgerîna li şûnwarên dîrokî û metalên giranbuha digerin, li herêmê bi kar tînin. Şêniyên herêmê teqez dikin ku artêşa Tirkî çiqasiyên mezin ji zêrên binaxkirî(gundê Barava) derxistin lê zêde gotûbêj bi berdewamî li ser vedan û kolan girên şûnwarî li Efrînê tên kirin. Pisporên şûnwarnasiyê teqez dikin ku girên dîrokî li Efrînê xwedî gelek qat in ku ev yek jî nîşan dide ew gir bi şûnwarên vedigerin gelek serdemên dîrokî yên li pey hev dewlemend e.