Milîsên “Cebha Elşamiyê” birîn û hilkirina daran berdewam dikin

Afrinpost-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn destdirêjiya xwe li ser zeviyên zeytûnan bi rêya birîna darên zeytûnê berdewam dikin. Armanc ji birîna darên zeytûnan peydakirina êzingan hem ji bo germkirinê û hem jî ji bo bidestxistina pereyan e.

 Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku milîsên “Cebha Elşamiyê” kokên darên zeytûnê yên koçberên Efrînê li herêma nêzîkî kenala avê ya li taxa Eşrefiyê ku beriya wê birîbûn, hilkirin.

Nûçegihan teqez kir ku milîsan bi bildozerê kokên darên zeytûnê yên welatiyên bi navê Farûq Nacar û Heyder Şêx Hesen hilkirin.

Têkildarî wê, şivanên niştedagîr ên ku nû ji gundewarê Idlib û Helebê ku konên xwe li nêzîkî gundê Cûmkê yê bi ser bajarê Efrînê ve, pezê xwe li nava zeviyên zeytûn û rezan bê hesab û lêpirsîn diçêrînin û zirareke mezin digihînin zeytûn û rezên şêniyên gundan.

Daristan û darên zeytûnê yên herêma Efrînê rojane ji aliyê milîsên Îslamî û xwediyên wan(malbat) rastî birînê tên. Nûçegihanên Afrinpostê di demên cuda de ragihandibûn ku milîsên dagirkeriyê, daristan û darên zeytûnê yên koçberên Efrînê dibirin ku hem ji xwe re dikin êzing û hem jî ji bo firotina wan û bidestxistina pereyan her wiha derbasî Tirkiyê dikin da ku ji êzingên wan komirê çêkin.

Related posts