Afrinpost-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku termên kuştiyên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ên ku tevlî şerê li Lîbiya bûn û li gel milîsên hikûmeta Wîfaqê li dijî artêşa niştîmanî ya Lîbî şer kirin ku li wir hatin kuştin, bi şêweyekî domdar digihêjin herêma Efrîna dagirkirî.
Di vê çarçoveyê de, nûçegihan diyar kir ku milîsên “Lîwa Mutesim” roja Yekşemê, 3 çekdarên xwe yên ku di şerê li Lîbya de hatibûn kuştin, li goristana “ziyareta Henan” li nêzîkî gundê Meşalê yê navçeya Şera veşartin.
Di nava terman de, termê sermilîs “Ebû Menaf” û “Ebû Rêzan” ê ku di zîndana milîsan a li gundê Qîbarê de dixebitî, hebûn.