Afrinpost-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li herêma Efrînê ragihand ku gendeliya rêveberî di meclisa navxweyî ya dagirkeriya Tirkî de bi şêweyekî pir, belav e. Karmendên meclisê dest davêjin ji alîkariyên ku qaşo ji bo sivîlên herêmê tên pêşkêşkirin, qezencê dikin lê zêde di navbera karmendên wê de bêexlaqtî jî derketiye pêş.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku dagirkeriya Tirkî li vê dawiyê ji ber rişwetxwarî û bêexlaqtiyê, karmendên xwe yên Tirkî guherandin.
Girêdayî gendeliyê, cîgirê serokê ya bi navê “meclisa navxweyî” Mihemed Şêx Reşîd, çiqasiyeke mezin ji êm(xwarina dewaran) firot kurên Derûzî û Ebû Reşîd Benawî. Diviyabû ku ew êm ji aliyê dagirkeriyê ve wek alîkarî ji bo çotkarên gundê Maratê, Turindê, Kurzêlê, Qîbarê, Qeretepe, Cûmkê, Kokebê û Babilîtê bihata pêşkêşkirin.
Nûçegihanê Afrinpostê 5’ê Adarê diyar kiribû ku karmendekî Idlibî di odeya piştgiriya çandinî ya meclisê de dixebitî, 150 tûrên semadê ku her yek ji wan bi 9 hezar lîreyên Sûrî firot bazirganekî ji kurên Hac Elî Derûzî. Helbet gendeliya karmendê Idlibî di çarçoveya qezenciya madî ji karê endamtiya “meclisa navxweyî” ya dagirkeriyê tê.