Afrinpost-Taybet
Milîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn ên bi navê “Ceyş Elwetenî Elsûrî, Ceyş Elhur” bi serpereştiya istixbarata dagirkeriya Tirkî debara jiyanê ya şêniyên kurd ên ku li Efrînê mane, dorpêç dikin.
Milîs bac û rêbazên astengî û xizankirinê derheqê kurdên Efrînê de bi armanca koçberkirin û niştedagiriyê, bi kar tînin.
Di vê çarçoveyê de milîsên “Sultan Mihemed Elfatih” li gundê Mamila yê navçeya Raco li ser her kesekî ku xizmên xwe li Ewropa hene yan tabloyên enerjiyê li mala xwe bi kar tîne, mehane bac bi 25 hezar lîreyên Sûrî spand.
Têkildarî sepandina bacan li ser kurdên Efrînê, Afrinpost hat agahdarkirin ku milîsên “Firqeya Elhemze” li ser her dareke zeytûnê li gundê Keferdelê, Bablît, Kokebê, gundê Mezin û Maratê dolarekî li cotkaran dixe, lê zêde yên ku bacê nedin, gefa birîna darên wî lê dixwin.