Afrinpost-Taybet
Dagirkeriya Tirkî û çekdarên wê gund û bajarokên herêmên Şehbayê rojane top û gulebaran dikin.
Her dawî dagirkeriyê ji bajaroka Marê ve gundê Şêx Îs bi guleyan reşand ku di encamê de zarokekî 6 salî bi navê Ehmed Osman di lingê xwe yê çepê de birîndar bû.
Şêniyên gund ji bo dermankirina Ehmed, ew rasterast derbasî nexweşxaneya Avrîn li bajarokê Fafînê kir.
Têkildarî rewşa tenduristî ya zarok Ehmed, ekîbê tenduristiyê ji Afrinpostê re ragihand ku rewşa wî hê ne aram e.