Afrinpost-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li herêma Efrîna dagirkirî ragihand ku milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn di desteserkirina mal û milkên şêniyên Efrînê yên resen de bi darê zorê û neçariyê berdewam dikin.
Di vê çarçoveyê de çekdarên milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” avaniyek ku hê li ser stûnên xwe ye ango bi serî nebûye û ji 8 şiqeyên niştecihiyê(apartman) pêk tê, desteser kirin.
Avaniya ku hatiye desteserkirin, a şêniyekî gundê Şîtka yê navçeya Mabeta ye û li dorhêla mizgefta Şêx Şewax a taxa Zîdiyê ya bajarê Efrînê dikeve.
Milîsan av û kehrebeya wê amade kirin û her şiqeyek bi 600$ firotin niştedagîran.
Her wiha di heman avaniyê de 4 firoşgehên bazirganiyê ku her yek ji wan bi 10 hezar lîreyên firotin.
Ev bûyer ne ya destpêkê ye û ne jî ya dawîn e ku beriya wê bi sedan ji malên şêniyên Efrînê yên li herêmê mane, li pêşiya wan hatine desteserkirin û bêyî ku karibin xwedî li mafê xwe derkevin. Milîsên Îslamî li gelek gundan rê li pêşiya vegera welatiyên kurd ji xanî, milk û malên xwe re bi hinceta ku bûne navendên leşkerî yên milîsan an jî niştedagîr tê de bi cî bûne, girtin.
Xuya ye ku şerê dawîn ê di navbera rejîma Sûrî û Rûsiya ji aliyekî ve û çeteyên Cebhet Elnûsra, bi kordîneyeke giştî li gel dagirkeriya Tirkî bi armanca koçberkirina sivîlên Idlibê û niştecihkirina wan li herêmên dagirkirî wek Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê, tê kirin.