Milîsên Îslamî qada bazarê ya nû desteser kir û bi kirê da niştedagîran

Afrinpost-Taybet

Afrinpost ji çavkaniyên xwe yên li hundirê Efrîna dagirkirî hat agahdarkirin ku milîsên Îslamî yên dagirkeriyê û Ixwan Mislimîn, bikaranîna yên ji parêzgeha Idlibê û gundewarê Helebê yê rojava reviyane, berdewam dikin ku mal û erdan desteser dikin û bi kirê didin wan.

Çavkaniyan teqez kirin ku koma bi navê “ isteqim kema emert” ên milîsên “Cebha Elşamiyê” qada bazarê ya nû(sûka Çarşemê) desteser kir. Çavkaniyan diyar kirin ku milîs dihêlin ku yên ji Idlibê û gundewarê Helebê yê rojava reviyane, li qadê bi pereyan konan vegirin û dan zanîn ku milîs beramberî cihê her konekî mehane 10 hezarî ji wan distînin.

Girêdayî wê, Afrinpostê wêneyekî taybet bi dest xist, teqez dike ku daristana taxa Mehmûdiyê û qada bazarê ya nû piştî ku darên wê hatin hilkirin û birîn, veguherîne kampeke mezin.

Ji ber şerê li gundewarê Idlibê û Helebê, karwanên koçberan bi hejmareke bêtir ber bi Efrîna dagirkirî ve diçin.

Her wiha jî hejmareke mezin ji niştedagîran li navenda herêmê bi cî bûn. Bi hatina şêniyên nû yên gundewarên Idlib û Helebê barê şêniyên Efrînê yên resen bêtir giran bû.

Related posts