Afrinpost-Taybet
Beşar Elesed di hevdîtinekê de li gel kenala Rûsiya 24, roja Pêncşemê axivî û got ku tiştek bi navê doza Kurdî li Sûriyê nîne.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja Înê têkildarî daxuyaniyên serokê rejîma Sûrî daxuyaniyek da û got ku axaftina serokê rejîma Sûrî Beşar Elesed derbarê doza Kurdî li Sûriyê de mîna siyasetên dagirkeriya Tirkî ya li dijî gelê kurd e û wiha dewam kir; axaftinên bi vî rengî didin diyarkirin ku rejîm naxwaza alozî bi çareseriyeke demokratîk bi dawî bibe û da zanîn ku projeya Rêveberiya Xweser niştîmanî ye û axa Sûrî parçe nake. Rejîma Sûrî di diyalogên niştîmanî û çareseriyên demokratîk de ne cidî ye, Rêveberiya Xweser doza kurdî beşeke sereke û girîng a çareseriya aloziya Sûriyê dibîne, û çareserkirina wê di çarçoveya Sûriyeke yekgirtî de, guhertin û pêşveçûnê dê pêk bîne.
Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de tawanên cudaxwaziyê yên rejîma Sûrî şermezar kirin û teqez kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên herî zêde ax û pêkhateyên Sûriyê diparêzin, in. Berxwedaniya Efrînê 58 rojan her wiha tekoşîna Serê Kaniyê û Girê Spî li dijî dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Îslamî mînakên herî û nêz û balkêş in. Lê zêde têkbirina rêxistina DAIŞ’ê ya herî xeternak li ser asta cîhanî, hemû daxuyanî û axaftinên rejîma Sûrî vala derdixin û welatperweriya rêveberiyê û Hêzên Sûriya Demokratîk nîşanî her alî dikin.