Milîsên “Sultan Silêman Şah” 3 welatiyên kurd li Kaxirê revandin

Afrinpost-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Mabeta ya gundewarê Efrînê ragihand ku milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn di çarçoveya hewldanên koçberkirina kurdan û niştedagîrkirinê de, astengî û sûcên mirovî derheqê kurdên Efrînê yên li herêmê mane de, berdewam dikin.

Nûçegihan diyar kir ku milîsên “Sultan Silêman Şah” ên bi navê “Elemşat” naskirî ne, 3 welatiyên kurd ji şêniyên gundê Kaxirê yê navçeya Mabeta bi navê Mihemed Hisên Ibo, Semîr Fayiq û Menan Ibo revandin û hêjî çarenûsa wan nediyar e.

Di vê çarçoveyê de hêjî çarenûsa her du bira Welat Hec Elî Ibo Umer /38/ salî û Idrîs Hec Elî Ibo/35/ salî ji şêniyên gundê Kaxirê ku 12’ê Çileya borî ji aliyê milîsên “Sultan Silêman Şah” (Elemşat) hatibûn revandin, ne diyar e. Ji bo berdana wan milîs 15000$ dixwazin.

Milîsên Îslamî revandinê weke navgînekê ji bo bidestxistina pereyan bi kar tînin. Revandin yek ji rêbazên ku milîsên Îslamî di bin serpereştiya istixbarata Tirkî de derheqê sivîlên kurd de dikin. Armanc jê ew e ku şêniyên Efrînê yên mayî koçber bikin û rê li pêşiya vegera koçberên Efrînî yên li Şehbayê bigirin.

Related posts