Li Cindirêsê teqînek bi armanca diziya firoşgeheke xişiran(zêr û zîv) pêk hat

Afrinpost-Taybet

Roja Pêncşemê li nava bajarê Cindirêsê yê gundewarê Efrînê motorsikleteke bombebarkirî teqiya. Di encamê de hejmarek ji niştedagîran birîndar bûn lê zêde camên firoşgehên bazirganiyê yên li cihê teqînê şikestin.

Hinek çavkaniyan ji Afrinpostê re ragihandin ku teqîn li nêzî stasyona Berekat a sotemeniyê ku dikeve li ser rêya Cindirês-Hemamê pêk hat û diyar kirin ku piştî teqînê milîsên “Ehrar Elşerqiyê” hewl dan ku firoşgeha xişir a niştedagîrekî ji bajarokê Etmê yê gundewarê Idlibê bidizin lê belê ew dizî bi serî nebû.

Çavkaniyan tercîh kirin ku teqîn bi zanabûn hate kirin da ku ji piştî wê û di nava tevlîheviya wê de firoşgeha xişir(zêr û zîv) bidizin. Niştedagîrê ji Etmê firoşgeha xişir li şûna welatiyê kurd ê koçber Ebû Ewnî ku karê zêrkariyê dikir, vekiriye.

 

Related posts