Milîsên Îslamî 2 gir li Mabeta kolandin

Afrinpost-Taybet

Çekdarên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn rûxandina şûnwarên Efrînê bi armanca windakirina nasnameya herêmê dewam dikin her wiha li parçeyên şûnwarî û dîrokî digerin da ku bifiroşin û pereyan bi dest bixin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên Îslamî girê Elhûbiyê koland. Gir dikeve navbera gundê Gemrûkê yê navçeya Mabeta û gundê Meydankê yê navçeya Şera. Her wiha milîsan girê gundê Kitixê jî li navçeya Mabeta koland.

Ji dema ku artêşa Tirkiyê û milîsên wê ve herêma Efrînê dagir kirine, bi amûrên nûjen û pêşketî li şûnwarên dîrokî û metalan digerin. Beriya vê jî şêniyên Efrînê teqez kirin ku dagirkeriya Tirkî çiqasiyeke mezin ji zêr ji gundê Barava derxist lê zêde bi awayekî domdar gotûbêj li ser lêgerîna di girên Efrînê yên şûnwarî de tên kirin.

Related posts